Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Hişkesaliyê li Ser Cotkaran li Tirkiyê


Pez li zeviyeke herêma Diyarbekir/Amedê
Pez li zeviyeke herêma Diyarbekir/Amedê

Li Tirkiye jiber ku îsal baran ne barîne, li 41 bajaran hişkesalî rûdaye. Taybet li bajarên kurdan erdên ku genim, ce, nîsk hatin çandin, hişk bûne.

Ji sedî 80-90 zîyanên cotkaran hene taybet yên ku erdê wan dême-bejahîye.

Li gorî ofisa çandinê ya Diyarbekirê di rekolteya genim de 1,5 milyon kêmbûn heye, lê cotkar û odeyên çandiniyê dibêjin ev kêmbûn 3-5 milyonî zêdetir e.

Heci Mihemed Topaç catkar ji gundê Arzogli
Heci Mihemed Topaç catkar ji gundê Arzogli

Heci Mihemed Topaç li gundê Arzogli ya Amed/Diyarbekirê weke bi hezaran cotkaran di nav xem û fikaran da ye.

250 donim ji erdê xwe kirîye genim, lê hemî di erdê de hişk bûne, goliyên genim pûşê vala ye.

Ew bi xem û fikar e ku ji 200 hezar lîre zêdetir deynê wan heye, ziyana wan ji sedî sed e û pir bêçare ne ku nikarin ji nav vê rewşê derkevin.

Ew jî weke bi dehan hezar cotkaran bang li dewletê dike ku destê alîkarîyê dirêjî cotkaran bike.

Raporta Amed/Diyarbekirê 16 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00

XS
SM
MD
LG