Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

27 Karmendên Hezên Esmanî jiber Wernegirtina Vaksînê Karên Xwe Hinda Kirin


Hezên esmanî ya Amerîki (Air Force) 27 karmendên xwe yên ku nexwestinê vaksîna Covid-19ê vergirin ji kar avet. Hejayî gotineyê ku ew kesan dibin yekem karmendên Hezên Esmanî yên ku ji kar hatine avetîn, piştî mecburîkirina lêdana vaksîna Covid-19.

Hezên Esmanî heta 2yê meha 11ê waxt dabû karmendên xwe ku vaksinê vergirin. Hejayî gotineyê ku bi hezaran karmend an vergirtina vaksîne redkirine an ji bi sedemên olî nexwestine ku vaksînê vergirin. Berdevka Hezen Esmanî Ann Stefanek roja Dûşemê got ku ew dibin yekem karmend ku ji ber vaksine hatine ji kar avetin.

We got ew kesên ku ji kar hatine avetin hemû nû tevlî Hezên Esmani û temenê wan pîçuk e û rutbeyên wan ji kemê.

Hezên Esmanî li ser hurbunîyen ji karvetine zêde agahi nedane le Kongreya Amerîkî dixwaze ku endamên leşkerîye ku nexwazin vaksine vergirin bi “karavetina birûmet” (honorable discharge) werin qebûl kirin, ew ji te we wateyê ku ew kesan dikarin di siberojê de kareke hîkûmetê dîsa hilbidin an ji karê leşkeriyê.

Li gor daneyen Hezên Esmanî, ji 100 kesan zedetir karmendên wan nexwestine vaksine vergirin û pitir ji 4,700 kesan ji bi sedemên olî nexwestine vaksîne vergirin. Le heta heftaya borî ji 97% karmenden Hezên Esmanî heri kemî ve yek vaksina Covid-19 vergitine.

XS
SM
MD
LG