Brîtanya îro Pêncşemê jibo bikaranîna kapsûla ku nexweşîya COVID-19 derman dike, destûra bi merc da.
Bi vê yekê jî, Brîtanya dibe welatê yekê ku dermanekî ji kompanîya Merck ya çêkirina dermanan qebûl dike, tevî ku demûdest zelal nebûye ku ew derman wê kengî berdest be.
Ev kapsûl jibo kesên temen 18 salî û mezintir hatîye erê kirin, bi taybet jibo yên ku bi nexweşîya COVID-19 ketine û ji berê de nexweşîyên giran yên mîna qelewî û nexweşîya dil di wan de hebin.
Nexweşên ku asta COVID-19 li cem wan nîv-nîv be, dê çar heban ji vî dermanê ku bi navê Molnupiravir tê zanîn, wergirin – rojê du caran bo dema pênc rojan.
Li gor ku hatîye zanîn, ev dermanê dijî vîrusan asta nîşanên nexweşîya vîrusa Koronayê kêm dike û prosesa rehetbûne zûtir dike.
Eger hat û ev kapsûl bi awayekî karîger belav bibe, zanyar dibêjin ku ewê alîkarîya nexweşan li seranserê cîhanê bike, bi taybet li welatên hejar ku sîstema wan yan saxlemîyê êdî nema di ber zêdebûna asta nexweşên COVID-19 re digihejin.
Hêjayî gotinê ye ku dermanê Molnupiravir li hêvîya biryara erêkirinê ye li Amerîka, Yekîtîya Ewrupa û hinek deverên din.
Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Amerîka (FDA) meha borî ragihand ku ewê bi rêya paneleke pisporên serbixwe dawîya Mijdarê ewlehî û karîgerîya vî dermanî bişopîne û şîrove bike.