Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

New York Dawî li Bikaranîna Maskan Tîne


Virus Outbreak-NY-Mask Mandate
Virus Outbreak-NY-Mask Mandate

Walîya New Yorkê Kathy Hochul roja Duşemê ragihand ku hewcedariya bikaranîna maskan li seranserê eyaletê li dibistanan heya di 2ê Adarê de were rakirin.

Di preskonferansekê de ku li bajarê Albany pêk hat, Walîya Demokrat kêmbûna dozên COVID-19 û bergirîyên Navendên Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşan destnîşan kir.

Wê got ku bajar dikarin erkên xwe di cîh de bihêlin, û malbat dikarin hilbijêrin ka zarokên xwe bi maskeyan bişînin dibistanê an na.

Qeydên nû roja Çarşemê ji bo zarokên 2 salî û mezintir yên di dibistanen zarokan de despê dike . Li Eyaleta New Yorkê 2,7 mîlyon xwendekarên dibistanê hene, di nav de 1 mîlyon li bajare New York City ne.

Bikaranîna maskê di dema zêdebûna peketîyên COVID-19 de, di meha Kanûnê de ji ber cureya nû ya omicronê hatibu ferz kirin.

Mask hîn jî li hin deveran hewce ne, di nav de veguheztina giştî.

XS
SM
MD
LG