Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asta Belavbûna Vîrusa Korona li Tirkîyê Car Dî Bilind Dibe


Tirkiyê careke din tedbîrên vîrusa korona li piraniya herêman ferz dike berî ku meha Remezanê dest pê bike.

Di rojên dawiya hefteyê de piştî ku hejmara pêketiyên vîrusa korona bilind bû, car dî biryara tedbîr standinê hat dan, ku nêzîke meha remezanê destpê bike û tirsa zêdebûna COVID-19 heye.

Astê tûşbûyên COVID-19 li Tirkiyê bilind bû piştî ku kêmtir ji mehekê tedbîr li hind wîlayetan hatbûn sist kirin di çaçeva "asyakirina li jêr çavdêriyê".

Hejmara kesên tûş dibin di asta herî bilind de ye û hejmara pêketiyan sêcarkî zêdebûye li gor hejmar pêketiyên meha Dîsembera borî.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şeva bor ragihand ku li dawiya hefteyê biryara tedbîrên li dij vîrusa korona li 58 wîlayetan ji hejmara 81 wîlayetên Tirkiyê hatiye biryar dan.

Xwaringeh di meha remezanê de tenê dikarin xwarina lez pêşkeş bikin, li hev kombûn û civînên girseyî hatine qedexe kirin.

Roja 2ê Adarê biyar hatbû standin ku asayîkirina rewşa li jêr çavdêriyê beşekî xwendekaran qesta dibistanan kirbûn û herwiha hin kafê û xwaringeh hatbûn vekirin û li gelek bajaran qedexeya derketina bi şev li dawiya heftetyê hatbû sist kirin.

Şeva borî Erdogan di gotareke xwe ya jibo gel pêşkeş kirî got "Zêdeûna hejmara pêketî û nexweşan û herwiha zêdebûna hejmara miriyan, me neçar dike ku tebîran niha bistînîn." Erdogan herwiha got "Hejmara parêzgehên ku di kategoriya sor ya ku gelek metirsîdare gehiştîye 58 wîlayetan, ev jî dibe rêjeya 58% ya xwecihên Tirkiyê" û dîsan got "Em neçar dibîn ku hind qurbaniyan di meha Remezanê de bidin", Erdogan da znaîn ku dê destûrî bi hin xwaringehan bihê dan jibo pêşkeş kirina danên serpê di meha pîroz ya Remezanê de ku roja 13 Nîsanê dê destpê bike.

Roja Duşemê tenê di yek roj de nêzî 32,400 tûşbûyên vîrusa korona hatine tomar kirin û ji dema derketina vîrusa sala borî heta nuha nêzî 3.2 mîlyon kes li Tirkiyê tûşî COVID-19 bûne û hejmara miriyan pirtirî 31000 kesane.

Li Tirkiyê di meha Yek ya îsal de dest bi belavkirina vaksîna li dij vîrusa korona hatbû kirin heta niha nêzî 15 mîlyon kesan derziya yekê ya vaksînê wergirtîye, û 6.7 mîlyon kesan herdu derziyên vaksînê standine.

XS
SM
MD
LG