Ji destpêka pandemîya COVID-19 û heta niha di daneyên pêketî û mirinan yên di navbera Wezareta Saxlemîyê ya Tirkîyê û Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) de newekhevî hene.
Di serî de Wezareta Saxlemîyê ya Tirkîyê têne hejmara nexweş û mirinan da û kesên testa wan pozîtîf û lê nîşaneyên nexweşîyê neyîn jî veşart.
Piştre jî hem jiber daxuyanîyên TTB'ê û SES ku digotin hejmara pêketî û mirinan zêdetir e û hem jî jiber zedebûna pêketî û mirinên vîrusa korona Wezareta Saxlemîyê ya Tirkîyê neçar mabû ku hemî hejmarên pandemîyê parve bike.
Dîsa hem TTB'ê hem jî SES'ê di daxuyanîyên xwe de dîyar dikirin ku hikûmeta Tirkîye di tedbîrên dijî belavbûna vîrusa korona de ne li gor saxlemî ew li gor aborîyê gavan davêjin.
Niha jî Seroka TTB'ê Pr. Dr. Şebnem Korur Fîncanci destnîşan kir ku pêvajoya derzikirina COVID-19'ê de jî ne zelalî hene û hem hejmara derzîyên COVID-19 û hem jî leza derzîkirinê jî kêm e.
Herwiha Fîncanci destnîşan ku, derzikirina li bajarên Kurdan li gor bajarên rojavayê Tirkîyê pir kêmtir e.
"Dema em li Colemerg’ê (Hekarî) dinêrin rêjeya derzikirinê ya COVID-19 di navbera sedî 3/6'an de ye. Lê li rojavayê Tirkîye ev rêje nêzî sedî 30’an e. Di dema qedexeyên derketina derve de nûfusa pir ya bajarên Kurdan hatin metropolên rojavayê Tirkîye ev yek ji van sedeman e. Lê em nizanin ev rêje çî ye."
Fîncanci di domandina axaftina xwe de anî ziman ku li bajarên Kurdan pirsgirêka gihandina derzîyên COVID-19 jî hene.
"Hem jiber erdnîgarîya bajarên Kurdan hem jî jiber kêmahîya xebatkarên saxlemîyê û kêmahîya binesazîya saxlemîyê di gihandina derzîyan de bo wan bajaran pirsgirêkan çêdike."
Herî dawî jî Seroka TTB'ê anî ziman ku rêjeya kêm ya derzîkirinê li bajarên Kurdan hin fikarên din jî çêdike.
"Jixwe ji bêrê û pê ve polîtîkayeke taybet ya dewletê jibo wê heremê heye. Herdem di hejmara xebatkar û binesazîya saxlemîye de kêmahî hebûn. Jiber vê yekê jî dema em li daneyên derzikirina zarokan jî dinêrin ev yek kêmtir e. Jiber vê yekê jî em dikarin bêjin ku dewlet gihandina derfetên saxlemîyê sînordarkirî dihêle."