Rêxistina Press Emblem Campaign (PEC) radigihîne ku ji meha Adarê heta niha nêzîkî 500 rojnamevan ji COVID-19 mirine.
PEC dide zanîn ku herî zêde mirin li Amerîkaya Latîn pêk hatiye, lê ji hîn welatên wek Tirkîyê ti agahî nekine destê wê.
Li Tirkîyê jimareke xebatkarên medyayê bi nexweşîya COVID-19 ketine û hin rojnamevan jî jîyanên xwe ji dest dane.
Rojnamevan Şewket Herkî dibêje ku ew neçar mane ku awayê xebatên rojnamevanîyê li gor pandemîya korona diguherînin.
“Jîyana me û derûnîya me ketiye bin bandora koronayê. Karê me piranî li nav gel e û li qadan e û ew jî raste rast me dixe nav xeterîyê.”
Rojnamevan Gonul Gun dibêje ku ew herî zêde ji malê dixebite, lê ew dîsa jî xwe di bin xeterîya COVID-19 de dibîne.
“Korona çawa li hemû dinê bandor kiriye, wisa li ser me jî xwe dîyar dike. Tevî ku ez herî zêde ji malê dixeibitim jî dîsa bi tirsa koronayê dijîm.”
Rojnamevan Îhsan Kaçar jî bawer dike ku korona êdî jîyaneke nû daye pêşîya wan.
“Min li gelek cîhên xeter de karê rojnamevanîyê kir, lê koronayê jîyaneke nû da pêşîya me. Em ji qadan ketin nav malê, lê carna mecbur diminin ku li der jî kar bikin.”