Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dest bi Xebitandina Sîstema Pasaporta Dîjîtal ya Vaksînkirinê Dike


COVPASS
COVPASS

Hikûmeta Almanya îro Pêncşemê ragihand ku ewê dest bi sîstema pasaporta vaksînkirinê ya dîjîtal (CovPass) bike ku dikare li seranserê Ewrupayê were xebitandin.

Wezareta Saxlemîya Almanya dibêje ku ji vê hefteyê pê ve navendên vaksînkirinê, ofîsên doktoran û dermanfiroşan wê pasaportên dîjîtal bidin wan kesên ku bi tevahî hatine vaksîn kirin.

Wezaretê da zanîn ku bi sîstema CovPassê rê wê bikaribin pêzanînên xwe yên vaksînlêdanê daxin nava telefonên zîrek û bi vî awayî wê bikaribin bi hêsanî têkevin xwaringeh, muzexane û cîhên din yên ku îsbata vaksînkirinê dixwazin.

Wezîrê Saxlemîyê Almanya Jens Spahn got ku ewê heta dawîya vê mehê papaporta vaksînê bidin hemî kesên ku li Almanya bi tevahî hatine vaksîn kirin.

XS
SM
MD
LG