Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Dibe Ku 10 Caran Pirtir Amerîkî Bi Vîrusa Koronayê Ketibin


Pisporên hukûmetê bawer dikin ku zêdetirî 20 mîlyon Amerîkî dibe ku tûşî vîrusa koronayê bibin ku ew jî 10 caran ji hejmara fermi pirtir e. Ew jî nîşan dide ku pir kesên bêsempton dibe ku ew nexweşî hebe, karbidestên payebilind yê rêveberîyê gotin.

Karbidest dibêjin texmîna Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan (CDC), li ser bingehê pişkînîya serolojîyê ye jibo destnîşankirina hebûna antîbadîyan ku nîşan dide ka kesekî nexweşî heye anjî ne.

Şeva Çarşemiyê di axivtina digel komek piçûk ya nûçegihanan da karbidestan gotin ku texmîn li ser bingehê hejmara tûşbûyên eşkere bû, di navbera 2.3 milyon û 2.4 mîlyonî, bi rêjeya navînî ya antîbadîyan lêkdide ku ji pişkînîyên serolojîyê hatine dîtin, bi qasî navînîya 10 bo 1.

"Heke hûn tûşbûyan li gorî wê rêjeyê lêkbidin, hûn dê wê hêjmara 20 mîlyonî peyda bikin," karbidestekê got.

Heke rast be, texmîn dê sedekîya mirinên Amerîkî ji nexweşîyê dîyar bike ku ji ya dihêt fikirîn nizmtir e.

Ji despêka ewsal ku pandemî derkevtî êreve, zêdetirî 120,000 Amerîkî ji vê nexweşiyê mirine

Texmîn di wê demê da hat ku karbidest dibêjin gelek tûşbûyên nû xwe di cîwanan da dîyar dikin ku çi semptoman nîşan nadin û dibe ku nezanin ku wan nexweşî heye anjî ne.

Karbidest dibêjin ciwanên bêsempton, belê yên ku têkilî digel kesên lewaz heyî, divêt pişkînîya wan rêkupêk bihêt kirin da em bizanin ku ew nexweşîyê belav nakin.

"Me ji Florida û Texas bihîst ku nêzîkî nîvê tûşbûyên nû ku dihên ragihandin mirovên li jêr 35 salîyê ne, û piraniya wan asîmptomatîk in," karbidestekî got.

Ew dibêjin CDCyê 40 tîmên bersivandinê şandine da ku harîkarîyê bide nexweşan.

Roja Çarşemîyê 36,000 tûşbûyên nû hatin tomarkirin ku ji rekora 24ê Avrêlê ya 36,426an pîçek kêmtir bû û hemû ji wan eyaletên çêbûbûn ku di destpêka nexweşîyê da zû bergirî nevergirtibûn û bergirîyên jibo kontrolkirina belavbûna nexweşîyê hatî danan zû rakiribûn.

XS
SM
MD
LG