Walîyê eyaleta Victoria ya Australya Daniel Andrews got ku jibo pêşvebirina hewildanên şopandina pêketîyên ji COVID-19, dê leşker were bikaranîn.
Walî Andrews roja Înê got heke kesên nû bi vîrusa koronayê ketine du caran bersîva telefona xwe nedin, leşker dê digel karbidestên tendirustîyê biçin mala wan û dê li ber derî hevdîtina şopandinê bikin.
Her kesekî ku li mal nebe dê were ceza kirin, jiber nebûna karantînaya li malê dema ku ew benda encamên testa negatîv dimînin. Berê hingî, heke bi telefonê têkilî bi pêketîyekê re nehate danîn, şopandina wan ya li malê nedibû.
Serokwezîrê Australya Scott Morrison jî got ku ji bilî du eyaletên herî qerebalix, New South Wales û Victoria hemû eyalet û herêman belavbûna civakî rakirine.
"Dê hergav pêketî hebin jiber ku Australyayê derîyên xwe bi tevahî ji cîhanê re negirtiye. Derîgirtin jî ne çareserî ye," Morrison got.
Roja Înê Victoria 300 û New South Wales jî 7 pêketîyên nû tomar kirin ku her du jî ji roja berê kêmtir bû.