Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Australya Ser Biryara Astengkirina Nûçeyan Hişyarî Dide Facebookê


Serokwezîrê Australya Scott Morrison îro Înê ji Facebookê xwest ku qedexeya li ser pêşkêşkirina nûçeyan jibo kartînerên Australî rake û vegere ser maseya danûstandinan digel rêxistinên medyayî.

Morrison hişyarî da ku welatên din dê mînaka hikûmeta wî bişopînin ku nehingên dîjîtal diravên rojnamevanîyê bidin.

Serokwezîr Morrison pêngava Pêncşemê ya Facebookê wekî gefeke pêşîgirtina Australîyan ya wergirtin û parvekirina nûçeyan bi nav kir.

Wê astengkirinê şerek bihikûmetê derxist ku divê kompanîyên teknolojîyê yên bi hêz jibo naverokê heqê rêxistinên nûçeyan bidin.

Nêrîna girtina cûrbecûr malperan ku wan duhi kirî, her wekî gefekî - ez dizanim Avustralî çawa bertek nîşanî vê yekê didin û ez bêjim ew bo wan gavek ne baş bû," Morrison ji rojnamevanan regot.

Rêxistinên nûçeyan yên Australya nikaribûn nûçeyan bişînin û kesên ku hewl dan nûçeyên heyî parve bikin agahdarî girtin ku ew hatine asteng kirin.

Derbarê astengkirina Facebookê hêrsa gelemperî hebû, qutkirina gihîştinê - bi demkî be jî - ya pandemîk, tendirustîya giştî û karûbarên acîl.

Astengkirina Facebookê bersîvek bû li ser pejirandina pêşnîyara qanûnekê ya Civata Nûneran şeva Çarşemê ku dê Facebook û Google berdeleke rewa ya ragihandinê yên kompanîyên Australî bide jibo rojnamevanîya ku platform pê ve girêdidin.

Divê pêşnîyar ji alîyê Civata Senatoran ve were pejirandin ku bibe qanûn.

XS
SM
MD
LG