Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye ji Amerîka Dixwaze ku Roleke Aktîf li Lîbyayê Bilîze


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu îro Pêncşemê got ku pêwîst e Amerîka li Lîbyayê hem jibo pêkînana agirbestekê û hem jî jibo danûstandinên sîyasî roleke aktîf bilîze.

“Tevlêbûna Amerîkayê, herwekî hevbendeke NATOyê, jibo parastina berjewendîyên wê hevbendîyê girîng e. Serok Erdogan û Serokê Amerîka Donald Trump roja Duşemê di axaftina telefonî ya Duşemê de de hevbîr bûn karbidestên Tirk û yên Amerîkî dê pêngavên pêkan biaxivin.”

Çavusoglu di hevpeyvîneka digel NTV de jî got ku jiber hinek sedeman, belkî jiber pirsgirêkên berê, Amerîka li Lîbyayê gelek aktîf nebûye.

“Pêwîst e Amerîka li Lîbyayê hem jibo pêkînana agirbestekê û hem jî jibo danûstandinên polîtîk roleke aktîf bilîze,” Çavusoglu bi berdewamî got.

Wî pêşnîyara Misrê ya agirbestê red kir û ew wek hewildana rizgarkirina Haftar ê têkçûyî nirxand.

“Agirbesteke mayînde wê tenê di bin çavdêrîya NY de were qebûl kirin,” Çavusoglu got.

Tirkîye piştgirî dide Fayez el Serac ya Hikûmeta Lihevkirina Netewî (GNA) ku ji hêla civaka navnetewî ve tê nasîn.

Hêzên GNA di hefteyên dawî da karîbû êrîşa Artêşa Netewî ya Lîbyayê (LNA) girêdayî Xelîfa Heftar, ku 14 meh in ser Trablusê didoma, bişkanda.

Mirgehên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Rûsya piştevanîya LNA dikin. Washington dibêje ku ew dijî êrîşên Heftar e, lê ew destekê nade GNA jî.

Washington dîsa tevlêbûna Rûsyayê jibo piştgirîya Heftar bi tundî rexne dike.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Çarşemê pêşwazîya jinûve destpêkirina danûstandinan kir ku di bin seroktîya Neteweyên Yekbûyî de di navbera alîyên şerker yên Lîbyayê çêdibe.

Wî jibo pêkanîna agirbestekê, banga danûstandinên bi lezgînî kiribû.

XS
SM
MD
LG