Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Saudî Hizra Sînorkirina Hejmara Hecîyan Dike


Çavkanîyên Erebîstana Saudî îro Duşemê got ku hikûmet hizra sînordarkirina hecîyên vê salê dike ku pêşîya belavbûna vîrusa koronayê bigire, piştî ku hejmara pêketîyan li wî welatî giheşt 100,000’an.

“Karbidest dixwazin ku îsal ji hejmareke sembolîk re destûr were dayîn û bergirîyên qedexeya jibo hecîyên kalûpîr û zêdetir kontrola tendirustîyê hebin,” heman jêderan got.

Salane nêzîkî 2.5 mîlyon hecî serdana cîhên pîroz yê Îslamê yên wek Mekke û Medîneyê dikin jibo hecê ku pêgirîyeke her Misilmanê ku bikare di jîyana xwe de bi cîh bîne.

Daneyên fermî nîşan didin ku hec û umre daheteke 12 mîlyar dolaran bo Erebistana Saudî dabîn dike, lê hikûmetê di Adarê de ji Misilmanan xwestibû ku planên hecê rawestînin û umre jî heta agahdarîyeke din hetiye sekinandin.

Çavkanîyekî din yê agahdar jî ji Reutersê re got ku tevî rênmayên tund, karbidest dibêjin ku pêkan e ji her welatekî re heta rêjeyek % 20 hecîyan destûr were dayîn.

Her sê çavkanî got ku hinek karbidest dixwazin hecê betal bikin ku çavlirê ye dawîya Tîrmehê destpê bike.

Di sala 2019’an de nêzî19 mîlyon hecî beşdarî umrê bûn û 2.6 mîlyon kes jî çûne hecê.

Armanca plana reformek aborî ya Mihemed bîn Salman ew e ku hejmara salane ya umrê û ya hecê heta sala 2030’ê bilind bike bo 30 mîlyon hecîyan û dahatîyeke 13.32 mîlyar dolaran rake.

XS
SM
MD
LG