Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harvard û MIT jibo Sekinandina Biryara Hikûmetê Serî li Dadgehê Didin


Serokê Zanîngeha Harvardê Lawrence Bacow îro Çarşemê ragihand ku Harvard û Enstîtuya Teknolojî ya Massachusetts ji dadgeheke federal daxwaz kirin ku bi demkî biryara rêvebirîya Trump rawestîne.

Biryara rêvebirîyê rê li ber mayîna xwendekarên bîyanî li Amerîka digire, ger zanîngehên wan di payîzê de tenê perwerdeya onlayn bidin.

"Me digel MITê li Dadgeha Amerîka ya herêma Bostonê doz vekir ku bicîhanîna wê fermanê rawestînîn. Em bi awayekî pêgir ser wê doze radiwestin ku xwendekarên me yên navnetewî û yên li seranserê welat bikarin bêyî metirsîya dersînorkirinê perwerdeya xwe bidomînin," Bacow got.

Bizava Harvard û MIT, ku her du zanîngehên Amerîkî yên serekî ne, du roj piştî fermana rêvebirîya Trump hat ku zorê dide bi deh hezaran xwendekarên bîyanî ku ji welat derkevin, heke zanîngehên wan hemû dersên xwe li ser înternetê bikin.

Zanîgeha Harvard dîyar kiribû ku ewê payîza were hemû dersên xwe li ser înternetê bide.

Daxuyanîya rêvebirîya Trump sazîyên akademîk xistiyû rewşeke dijwar ku di vê rewşa pandemîya korona de hewil didin ku çawa bi ewlehî perwerdeyê bidomînin.

Li zanîngehên Amerîkayê zêdetirî mîlyonek xwendekarên bîyanî hene ku tevahîya mesrefên perwerdeyên xwe ji berikên xwe didin û gelek xwendingeh jibo dahatên xwe hêvîyên xwe bi wan xwendekarên girêdidin.

Ajansa Koçberî û Parastina Gumrukan (ICE) ya Amerîkî got ku sazîyên ku bi tevahî li ser fêrbûna înternetê diçin, divê heta 15ê Tîrmehê planên xwe ji ajansê re bişînin.

Biryara nû ya rêvebirîya Amerîkî bandor ji kesên xwedî vîzeya F-1 û M-1 dike ku ew jibo xwendekarên akademîk û yên pîşeyî têne dayîn.

XS
SM
MD
LG