Tomas Ojea Quintana, raportorê taybet yê Neteweyên Yekbûyî ser mafên mirovan li Koreya Bakur îro Sêşemê derbarê "kêmahîya xwarin û birçîbûnê" li wî welatî hişyarî da.
“Nêzî 5 meh in ku girtina sînorê digel Çînê û bergirîyên karantînaya dijî COVID-19 rewş xirabtir kiriye. Divê Civata Ewlehî ya NY jibo peydakirina xwarinê dê ambargoyên ser wî welatî jinûve ber çavan derbaz bike.”
Quintana bi berdewam got ku îhtîmala zêdetir kûrbûna kêmahî û ewlehîya xwarinê metirsîdar e.
“Pandemî tengahîyên mezin jibo Koreya Bakur çêkirine. % 90 ketina bazirganîya bi Çînê di meha Adar û Nîsan de bûye sedema bezirkirina dahatîyan.”
Quintana daxuyanîyê de herwiha got ku li bajarên mezin raporên ser zêdebûna hejmara kesên bêmal û zarokên kolanan hene.
“Tê ragihandin ku buhayê dermanan gelek bilind bûye. Hejmareke mezin ya malbatan rojê tenê du caran xwarinê dixwin yan jî tenê genmokan dixwin û hinek jî birçî dimînin".
Hêjayî balkêşandinê ye ku di nîvê salên 1990'an de tunebûna xwarinê çêbibû û tê bawer kirin ku di encama wê de 3 mîlyon kes mirîbûn.
Koreya Bakur di nav wan welatan de ye ku heta niha pêketinên nexweşîya COVID-19 neragihandiye Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO).