Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Firokên Nû Dide Artêşa Sûrîyê


Balyozxaneya Rûsyayê li Dîmeşqê got ku komek balafirên şerî yên pêşkevtî MiG-29 firîn bo Sûriyê ku pîlotên Sûrî armancên esmanî di wî welatî da bikarbiînin.

Balyozxaneya Rûsyayê li Sûrîyê roja Çarşemiyê danê êvarî li ser Twitterê got ku ew balafirene jibo artêşa Sûrîyê ne.

"Artêşa Sûrî ya Ereb di çarçuva hevkarîya leşkerî & teknîkî di navbera welatên me da, koma duyem ya balafirên şerî yên pêşkevtî MiG-29 ji Rusyayê vergirtîye. Sûrîyan jibo cibicih kirina armancan dest bi karînana wan balafiran kirîye jî," balyozxana Rusî got.

Serok Vladimîr Pûtîn hefteya borî ferman da wezîrên derve û yê berevanîya Rusyayê da ku danûstandinan ligel hevalbendê xwe yê nêzîk, Sûrîyê bikin, da li vê derê pirtir bingeh û rêyên gihiştina deryayê dest biêxin, li ser her du bingehên leşkerî ku wan niha li Sûrîyê hene.

Balyozxanê liknkeka rapora 30ê Gulanê ya Ajansa Nûçeyên Erebî ya Sûrîyê parve kir ku behsa çavkanîyek leşkerê Sûrî dike ku dibêje ew balafirên şerî ji balafirên nifşê berê karîgertir e û ji 1ê Hezîranê pêve dê li esmanên Sûrî bihên bikarînan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Amerîkayê di dawîya Gulanê da Rusya tawanbar kiribû ku bi rêya Sûrîyê ew balafirên şerî rêdikin Lîbyayê da ku destekê bidin leşkerê Rusî yên kirêgirtî ku jibo hêzên girêdayî Khalif Haftar ya Artêşa Netewî ya Lîbyayê şerî bikin.

Amerîkayê gotibû balafir li Sûrîyê hatin boyax kirin da ku nîşanên Rusî veşêrin, paşî ew gihiştin Lîbyayê û dîyar e ku dê desteka nêzîk ya esmanî û êrêşên teqemenî dabîn bikin.

Şerê navxweyî yê Lîbyayê digel Rusyayê hêzên herêmî û yên global jî kêşane vê derê. Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb û Misir piştevanîya Artêşa Netewî ya Lîbyayê (LNA) dikin û Tirkîye jî piştewanîyê dide hikumeta hevpeymanîya netewî ku navnetewî dihêt naskirin.

XS
SM
MD
LG