Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tokyo jiber Bilindbûna Pêketinên Korona Asta Hişyarîyê Bilind Dike


Kolanên Tokyoyê
Kolanên Tokyoyê

Walîyê Tokyp Yuriko Koikey îro Çarşemê ragihand ku Tokyo hişyarîya vîrusa koronaya xwe jiber zêdebûna pêketîyên rojane rakire asta herî bilind ya sor.

Koikey da zanîn ku rewşa li paytexta Japonyayê pir giran e.

"Em di rewşeke wisa da ne ku divê em hişyarîyê bidin welatiyan û karsaziyan. Divê rûniştvanan rêwîngtîya nepêwîst bidin paş,” Koikey di preskonferansekê da got.

Rêjeya pêketîyan ya li Tokyo di asta "sor" da ye, ku di nav çar astan da ew asta herî bilind e.

Analîzên pisporên tendirustiyê hişyarî dabûn ku rêjeya pêketîyan bilind dibe û ji asta herî bilind derbaz dibe.

Wê her wiha soz da ku pişkînînên vîrusê bi karînana alavên li zanîngehan ve dê zêde bike.

"Têgehiştina min ew e ku em nûke di rewşek giran de ne."

Pêketîyên herî dawî yên girseyî li Tokyoyê ku 37 kes bi korona ketine, li Shinjuku çêbû ku cîhê kêf û şahîyê ye û yek ji herêmên herî mezin û rengîn ya Asya ye û di rojên dawî de bûye navenda zêdebûna pêketinan.

XS
SM
MD
LG