Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Hejmara Pêketinên Korona bi Berdewamî Bilind Dibe


USA, Florida,Sun seekers gather at Clearwater Beach, which remains open despite high numbers of coronavirus disease (COVID-19) infections in the state
USA, Florida,Sun seekers gather at Clearwater Beach, which remains open despite high numbers of coronavirus disease (COVID-19) infections in the state

Li gor Reutersê roja Pêncşemê bi awayekî rekorî ya rojekê, zêdetirî 60,500 pêketinên nû yên COVID-19 li seranserê Amerîkayê hatine ragihandin, di dema pandemîyê de, ku bûye mijareke sîyasî, Amerîkî bergirîyên nû vergirin.

Ew hejmare pîçek ji hejmara Çarşemê ya 60,000 tûşbûyên nû bilindtir bû û li cîhanê bilindbûna herî zêde ya nav rojekê bû.

Pêketinên nû di wan du hefteyên borî de, 41 ji hemî 50 eyaletan bilind bûye û Florida roja Pêncşemê nêzîkî 9,000 tûşbûnên nû û 120 jî mirin ragihandine ku ew di warê mirinan de bilindbûna rojane ya herî mezin bû.

Walîyê Florida Ron DeSantis ser bilindbûna hejmara tûşbûyan got ku divê hemwelatî xwe netirsînin.

Florida yek ji wan çend eyaletan e ku hejmara nexweşên COVIDê yên li nexweşxanean eşkere nake, lê gelek nexweşxaneyên wê eyaletê radigihînîn ku beşa nexweşîyên giran serê wê hefteyê tiji bûne.

Du istanên herî şenîbar, California û Teksasê roja Çarşemê mirinên herî zêde ji COVIDê tomar kiribûn.

California herçend daxistinên herî dijwar danabin jî, hejmara tûşbûyan û nexweşên dikevin nexweşxanan zêde bûne.

Piştî ku li bajarê Sacramento ya paytexta eyaletê çend parlamanter û karmend bi korona ketibûn, biryar hat dayîn ku parlamanter heta 27’ê Tîrmehê ji betlana havînê nezivirin.

XS
SM
MD
LG