Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Belavbûna Korona bi Lezî Didome


Li gor Reutersê Amerîkayê roja Sêşemê pirtirî 1.000 mirin ji COVID-19 ragihandin ku cara yekê ji 10’ê Hezîranê vir ve ji wê xala metirsîdar derbaz bû.

Di hejmara giştî ya pêketînên koronayê de California jî nêzîkî New Yorkê bû.

Dora 142,000 Amerîkî nûke ji nexweşîya vîrusa koronayê mirine û pispor hişyarî didin ku piştî rabûna hejmara pêketîyan û ketina nexweşxaneyan li gelek eyaletan, dibe ku ew hejmar bilindtir bibe.

Li gor daneyên Reutersê yên eyaleta California roja Sêşemê piştî New Yorkê bû eyaleta duyê ya Amerîkayê ku pirtirî 400,000 pêketîyên ji COVID-19 radigihîne, piştî ku nexweşî cara yekê di meha Berfanbarê de li Amerîka hatibû dîtin.

New Yorkê, ku di serê salê da hêlîna pandemîyê bû, bi 32,218 kesan ji hemû eyaletên Amerîkayê pirtir mirin tomar kirine. California jî 7,700 mirin tomar kirine.

Lê New Yorkê nûke yek ji rêjeya herî nizim ya pêketîyên li Amerîka heye û roja Sêşemê tenê du mirinên ji vîrusa korona hatine tomar kirine. Jiber wê jî New Yorkê bergirîyên berê yên dijwar sist kirine.

Girêdana maskan ya mecburî, ku karbidestên tendirustîyê dibêjin dikare belavbûna vîrusê hêdî bike, li nav Amerîkîyan bûye mijarek sîyasî. Gelek konservatîf dibêjin ku ew bergirî tê wateya binpêkirina mafên wan yên qanûna bingehînî ye.

Serok Donald Trump di girêdana maskan di nav gel de pêpaş bû, lê wî roja Sêşemê ji Amerîkîyan xwest ku maskan bi kar bînin û ji cîhên şenîbar (qerebalix) dûr bimînin.

XS
SM
MD
LG