Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka di Rojekê da 77,000 Pêketîyên Koronayê Tomar Dike


Coronavirus in US

Reuters radigihîne ku Amerîka roja Pêncşemê rekora xwe ya rojane ya pêketîyên vîrusa koronayê şikand û zêdetirî 77,000 pêketîyên nû ragihandin.

Bi wî awayî hejmara mirîyan di 24 seatên dawî de nêzî 1,000 kes zêde bû.

Ji 10ê Heziranê vir ve mirina 969 kesan zêdebûna herî mezin bû û roja Pêncşemê Florida, South Carolina û Teksasê bilindbûnên rojane yên herî mezin ragihandin.

Zêdetirî 138,000 Amerîkî ji COVID-19’ê mirine û pispor hişyarî didin û dibêjin pêkan e ku ew hejmar jiber bilindbûna hejmara pêketîyan û zêdebûna kesên ku dikevin nexweşxanan zêdetir bibe.

Li herêmên wek Teksas û Arizona, ku herî zêde vîrus li wan deran belav bûye, cîh nemaye ku mirîyan ragirin jiber ku morgên wan tiji bûne û terman di sarincan da radigirin.

Reuters radigihîne ku mirinên Amerîkayê di meha Nîsanê de giheştibû asta herî bilind dema ku bi giştî rojane 2,000 kes dimirin.

Paşî, hejmara mirîyan hêdî hêdî nizim bû û bi giştî di meha Gulanê da bibû 1,300, di meha Hezîranê da jî dakeibû bin 800an, lê di meha Tîrmehê da hejmara mirîyan dîsa bilind bû.

Li Amerîkî, cûdabîrêyên kûr yên ser mijarên wek jinûve vekirina xwendingeh û karsazîyan û karanîna maskan li cîhên giştî, tekoşîna dijî vîrusê asteng dike.

Hejmara pêketîyan ya nûke 77,217, ji ya berê 69,070’yan ku roja Înê hatibû tomar kirin derbaz dibe.

Li gor Reutersê di meha Hezîranê da hejmara pêketîyan rojane bi giştî 28,000 bilind bû û di Tîrmehê de hejmar bi giştî rojane 57,625 bilind bûye.

Dîsa, Reutersê roja Pêncşemê ragihand ku Teksasê 15,000, Florida nêzîkî 14,000 û California jî nêzîkî 10,000 pêketîyên nû ragihandin.

Dr Anthony Fauci, pisporê sereke yê hikûmetê yê nexweşîyên enfeksîyonî, hişyarî da ku heke Amerîkî jibo rawestandina belavbûna vîrusê pêngavên pêdivî nevêjin, hejmara pêketîyan di demek kurt de, rojane dikare bibe 100,000.

XS
SM
MD
LG