Rojnamevana Kurd Nîyaz Abdullah doh Înê di merasîmeke taybet de li bajarê New Yorkê xelata Azadiya Çapemeniyê ya Navneteweyî wergirt.
Abdullah sala borî hatibû xelatkirin lê ji ber ku ew nikaribû were Amerîkayê, wê xelat îsal wergirt.
Ligel Abdullah, Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) û alîgirên azadiya çapemeniyê, rojnamegerên ji Gurcistan, Hindistan, Meksîk û Togoyê jî xelat kirin.
Xanim Abdullah berî çend roja serdana beşê Kurdî yê Dengê Amerîka kiribû û di dîdara me ya taybet de hest û nêrînên xwe dîyar kiribûn.
Kerem kin li ser lînka jêrîn hevpeyvîna me ya bi rojnamevan Abdullah re temaşe bikin.