Hejmara rojnamevanên ku li seranserê cîhanê di zindanan de ne sala 2021’ê gihişt asta herî bilind, Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro Pêncşemê ragihand.
Li gor lêkolîneke nû ya CPJ’ê, 293 rojnamevan vê gavê zindankir ne, bi kêmî 24 rojnamevan sala 2021’ê jiber hatin kuştin û 18 din jî mirin, lê zehmet e ku sedema mirina wan bi karê wan ve bê girêdan.
Hejmara rojnamevanên di zindanê bi 15 ji ya sala 2020’ê pirtir bû, CPJ’ê got.
Rêxistina ku bingeha wê li Amerîkayê ye da xuya kirin ku li vê dema ku sedemên zindankirina rojnamevanan li her welatekî cuda ne, lê ev hejmar pirbûna tundûtûjîya sîyasî li seranserê cîhanê û zêdebûna neqebûlkirina medyaya serbixwe nîşan dide.
Jeol Simon, rêvebirê cîbicîkar yê CPJ’ê di daxuyanîyekê de got ku, “ev şeş sal in li ser hev ku CPJê hejmarên bilindbûyî yên rojnamevanên girtî li seranserê cîhanê belge dike. Ev hejmar du zehmetîyên aloz nîşan dide: yek jî ew e ku hikûmet dixwazin agahîyan kontrol bikin. Ya din jî ew e ku ew bi awayekî zêdebûyî û berçav vê hewilê dikin.”
Çînê 50 rojnamevan girtîye û di rêza yekê de cih digire. Piştî wê Myanmar bi 26 rojnamevanên zindankirî tê. Li pey wê Misir bi 25 rojnamevanan, Vietnam (23) û Belarûs bi 19 rojnamevanan, li gor lîsteya CPJ’ê ya 2021’ê.
Tirkîyê di rêza şeşan de tê ku 18 rojnamevan li wir zindankirî ne. Îran di rêza 10’an de tê û 11 rojnamevan li wir zindankirî ne. Îraq û Sûrîyê di rêza 16’an de tên ku li her welatekî çar rojnamevan girtî ne.