Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ: Di Şerê Hamas û Îsraîlê de Herî Kêm 15 Rojnamevan Hatine Kuştin


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro Sêşemê got ku di şerê Hamas û Îsraîlê de, bi kêmî ve 15 rojnamevan hatine kuştin.

CPJ di vê peyvajoyê de hemî rojnamegerên li herêmê dişopîne ku Lubnan jî têde heye.

Li gor daxuyanîya dawî ya CPJ, ji rojnamevanên kuştî 11 Filistînî, 3 Îsraîlî û 1 jî Lubnanî ye.

CPJ dide zanîn ku di pevçûnan de 8 rojnamevan birîndar bûne, 3 rojnamevan jî yan hinda ne yan jî desteserkirî ne.

CPJ di heman demê de vekolîna li ser zêdetirî 100 raporên nepejirkirî yên kuştin, hindakirin, binçavkirin yan jî gefên dijî rojnamevanên din û zarara ser ofîsên medyayê û malên rojnamevanan dike.

"CPJ piştrast dike ku rojnamevan sîvîl in ku di demên krîzê de karên girîng dikin û divê ew nebin armancên alîyên şerker. Rojnamevanên li herêmê jibo şopandina vê pevçûna dilşewat berdêlên mezin didin,” berpirsê CPJ yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa Şerîf Mansûr got.

Wî ji alîyên şerker xwest ku jibo ewlehîya rojnamevanan gavên pêdivî bavêjin

Sendîkaya Rojnamevanên Filîstînî jî do Duşemê ragihandiibû ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de 11 rojnamevanên Filîstînî hatine kuştin.

Jêder: CPJ

XS
SM
MD
LG