Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ Desteserkirina Rojnamevanên Kurd Karzan Tariq û Çinar Ahmed Şermezar Dike


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro Duşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ji karbidestên Kurdên Îraqê xwest ku rojnamevan Karzan Tariq û Çinar Ahmed, demûdest û bê merc bedin û dawî li çavtirsandina kedkarên medyayê bînin.

“Di sibêha Duşemê ya 1ê Tebaxê de endamên îstixbaratê ya Asayîşê, weşangerê xwecîhî yê NRT Tariq û kameravan Ahmed desteser kirin, dema wan li Silêmanî hevpeyvînan li ser aborîyê herêmê dikirin. Daxuyanîya NRT û rêvebirê nûçeyan yê wê kanalê Merwan Hesen bi telefonê ji CPJ re got.

Haesen herwiha ji CPJ re got ku endamên Asayîşê dest danîn ser alav û telefonên rojnamevanên wan û wan jibo desteserkirina wan ti sedem nîşan nedan.

Daxuyanîya NRT got ku Tariq û Ahmed li ser fermana Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, bê “sedemeke rewa yan biryara dadgehê” hatin desteser kirin.

“Divê karbidestên Kurdên Îraqê demûdest rojnamevanên NRT Karzan Tariq û Çinar Ahmed berdin û li dijî wan ti gavên dadwerî neavêjin,” lêkolînera serekî ya CPJ Yeganeh Rezaian got.

Wê bal kişand ku divê destûr ji xebatkarên medyayî re werin dayîn ku ew karê xwe bê tirsa cezakirin yan desteserkirinê bi cîh bînin.

Hesen ji CPJ re got ku dema Tariq û Ahmed nêrîna hemwelatîyan digirtin, ti sûc yan binpêkirin nekirine.

Wî bi bîr anî ku ne berê jî endamên Asayîşê xebatkarên wan desteser kirine.

CPJ jî bi bîr xist ku karbidestên Kurdên Îraqê di sala 2020an de jî Tariq girtibû û avtibûn ser navenda nûçeyan ya NRT ya li bajarê Silêmanî.

CPJ bal kişand ku xwedîyê NRT karsaz Şaswar Abdulwahîd e ku di heman demê de rêberê Partîya Nifşa Nû ya opozîsyonê ye.

CPJ di dawîya daxuyanîya xwe de dîyar dike ku berdevikî Asayîşê Yasîn Samî bersîva daxwaza wê ya şîroveyeke ser bûyerê nedaye.

XS
SM
MD
LG