Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ Ser Girtina Rojnamevan Omîd Beroşkî Daxuyanîyek Weşand


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro Înê ragihand ku rojnamevanê Kurd Omîd Beroşkî ji alîyê sixûrên Asayîşê ve hate girtin.

“Divê karbidestên Kurdên Îraqê cîhê rojnamevan Omîd Beroşkî demûdest eşkere bikin û misoger bikin ku rojnamevan jiber karên xwe xwe neyên girtin.”

CPJ ji zarê du kesên agahdar ku bi wê re axifîne û nûçeyên rojnamevanan da zanîn ku hêzên ewlekarîyê êvara Pêncşemê ya 20ê Tîrmehê êrîş birin ser mala Beroşkî ya li Duhokê û ew girtine.

“Beroşkî, berê girtina wî, di preskonferanseke heman rojê de cezayê zêdekirî ya dijî rojnamevanê zindankirî Şerwan Şerwanî rexne kiribû û gotibû ku “îro dijî Şerwan Şerwanî û min, sibê wê li dijî we û malbatên we,”rêxistina parastina rojnamevanan got.

CPJ bal kişand ku ew heta weşandina daxuyanîya ser Beroşkî nizane ku rojnamevanê Kurd li ku tê girtin û ew bi çi tê sucdar kirin.

“Girtina rojnamevan Omîd Beroşkî ji mala wî ya li Kurdistana Îraqê gelek cîyê xemê ye. Divê karbidest bi yekcarî û bi demûdestî cîhê wî eşkere bikin. Divê karbidestên Kurdên Îraqê bizavên xwe yên eciqandin û tirsandina medyayê bisekîninin û bihêlin ku rojnamevna bi serbestî bixebitin, berpirsê CPJ yê bo Rojhilata Navîn û Afrîqaya Başûr, Şerîf Mansûr got.

CPJ bi bîr dîxe ku Beroşkî rêvebir û damezrenerê Rast Medya ye ku piştî êrîşa Asayîşê ya ser ofîsa we ya li Duhokê, di meha Nîsanê de hatibû daxistin.

Ayhan Saîd, ku berpirsê rêxistina Metro Center ya parastina rojnamevanan ya Duhokê ye, ji CPJ re got ku girtina Beroşkî wek xelekeke nû ya sîyaseta girtina kêfî ya karbidestên xwecîhî ye.

CPJ bi bîr tine ku Beroşkî, wek tolhildana posteke wî ya medya civakî, berî jî di Îlona 2020î de hatibû desteser kirin û heta Şubata 2022yan li zindanê hatibû hiştin.

Beroşkî demeke zûtir ya vê mnehê ji CPJ re gotibû ku Rast Medya hîn dî dadayî ye, tevî ku wan destûrnameya xebatê wergirtibû û gotibû ku Asayîşê hîn jî alav û amûrên ku di dema êrîşa Nîsanê de dest danîbûn ser venegerandine wan.

Beroşkî, piştî daxistina Rast Medya di hevpeyvînekê de ji CPJ re qala rewşa azadîya ragihandinê ya li Herêma Kurdistanê kiribû û gotibû ku “li Kurdistana Îraqê azadîya medya û azadîya ramanê xeyal in”.

CPJ bal dikşîne ku wê jimareke bûyeran belge kirine ku rojnamevanên li Kurdistana Îraqê dibûn armanca êrîşan, dihatin binçav kirin û girtin.

CPJ bi bîr tine ku rojnamevan Nîyaz Abdullah, ku wergira Xelata Azadîya Ragihandinê ya CPJ ye, jiber gefên dijî xwe ya piştî rexnekirina tepeserkirina Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ser rojnamevanan, neçar mabû ku bireve Fransa.

CPJ dide zanîn ku jimareke hewilên wê yên axaftina bi rêvebirê Asayîşa Duhokê Zeravan Beroşkî û berdevikê hikûmeta herêmî Peşawa Hewremanî ya ser wergirtina şîroveyekê serketî nebûne û wê ti bersîv negirtîye.

“CPJ ji ofîsa serokwezîrîya Kurdistanê re jî emaîlek şand, lê ti bersîv wernegirt,” di di dawîya daxuyanîya xwe de got.

XS
SM
MD
LG