Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ: Azadîya Ragihandinê li Tirkîyê Pirsgirêka Mezin e


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) li New York ragihand ku hejmara rojnamevanên zindankirî li Tirkîyê li her welatekê din zêdetir e.

CPJ roja Duşemê ragihand ku heta 1’ê Tebax a 2012, 76 rojnamevan li Tirkîyê hatîne girtin, lewma Tirkîye yekemîn welat e li lîsta dewletên ku rojnamevanan binçav dikin û li pêş Îran, Eriterya û Çînê ye.

CPJ herwiha radigihîne ku hikûmeta Tirkîyê rojnamevanên rexnegir bêdeng dike bi rêya girtin, dadgehkirin û tirsandinê.

Li gor CPJ, ji sedê 70’ê yê rojnamevanên zindankirî Kurd in û bi alîkarîkirina terorê hatîne xetabarkirin.
XS
SM
MD
LG