Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ Ser Girtina Rojnamevan Îslam Kaşanî Daxuyanîyek Weşand


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro Înê bi daxuyanîyeke nivîskî ji karbidestên Herema Kurdistanê berdana demûdest ya rojnamevan Îslam Keşanî daxwaz kir.

“Divê desthilatên Kurd yên Îraqî demûdest û bê şert rojnamevan Îslam Keşanî berdin, sedemên girtina wî û serdegirtina mala wî eşkere bikin û piştrast bikin ku medya bi azadî kar bike,” CPJ got.

Rêxistina CPJ ji zarê du kesên ji rewşê agahdar û nûçeyên rojnamevanan da zanîn ku hêzên Asayîşê Keşanî do Pêncşema 24’ê Tebaxê de li Zaxo desteser kiriye.

Rexistinê dîyar kir ku hêzên Asayîşê di derbarê Keşanî de biryara desteserkirinê pêşkeş nekiriye û ew îro hê jî li navenda Asayîşê de desteserkirî ye.

Keşanî pêşkeşvanê televîzyona Xabir TV û herWiha berpirsê ofîsa herêmî ya televîzyona Speda ye.

“Keşanî, Rojeke berî desteserkirtinaa wî, di bernameya xwe ya nûçeyan ya Gulşenê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jiber gendelî, rewşa giştî ya mûçeyên û herwiha rewşa ne baş ya şertên hêzên ewlekarîya herêmî rexne kiribû.”

Berpirsê CPJ yê bo Rojhilata Navîn û Afrîqaya Başûr, Şerîf Mansûr jî bang li desthilatdarîya Herema Kurdistanê kir ku Keşanî demûdest were berdan û hevdem piştrast bike ku endamên medyayê bo tolhildana karê xwe neyên girtin.

"Divê karbidest dawî li şêwaza desteserkirin û tirsandina rojnamevanan bînin û bihêlin ku bi azadî mijarên di berjewendîya giştî de bişopînin," Mansûr got.

Mahîr Segvan yê ku Rêvebırê Ajansa Xabir e, ji CPJ'ê re got ku kir piştî ku Keşanî neçûye kar, wî telefonî Asayîşê kiriye.

"Asayîşê got ku haya wan ji cihê Keşanî tuneye û ew ne di destê wan de ye. Lê, piştî çar saetan hêzên Asayşîê avêtin ser mala wî û dû re ji wan re hatiye gotin ku Îslam hatiye desteser kirin."

Segvan herwiha ji ji CPJ'ê got ku li gor bawerîya wî, Keşanî jiber "rexneyên wî yên berdewam yên dijî hikûmetê û gendelîya partiyên desthilatdar" hatiye girtin.

Rêvebirê Speda TV Abdulkerîm Ehmed ji CPJ re dîyar kir ku girtina Keşanî bi tevahî dijî qanûnî ye û bê sedemeke rewa ye.

"Em piştrast in ku sedemên girtina wî bi çalakîyên wî yên rojnamevanî ve girêdayî ne. Ew her dem li gel gelê xwe disekine û hikûmet û karbidestên herêmî rexne dike, lê bê ku heqaret bike," Ehmed got.

Birayê rojnamevan Ehmed Keşanî ji CPJ re got ku “bi qasî çar saetan piştî girtina wî, 5 endamên Asayîşê bê ku biryara dadgehê nîşan bidin, serdegirtina mala Îslam kirin.

“Lêgerîneke berfireh kirin û bê ku dest bidin ser ti tiştî, ew ji male derketin," Ehmed Keşanî got.

Speda û Xabir TV her du jî girêdayî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ne ku partîyeke îslamî ya herêmî ye.

Rexistinê da zanîn ku wan gelek caran bo agahîyê telefonê Serokê Asayîşa Zaxo Şivan Sindî kirine, lê ti bersîv negirtine.

XS
SM
MD
LG