Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ Bang li Karbidestên Kurd Dike ku Karê NRT Asteng Nekin


Çalakvan li hmeber ofîsa NRT
Çalakvan li hmeber ofîsa NRT

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bi daxuyanîyeke nivîskî daxistina ofîsa kanala NRT ya li Duhokê û girtina rojnamevanên wê şermezar kir.

"Daxistina televîxyonekê û desteserkirina karmendên wê ku hewil didin nûçeyan ragihînin, îdiayên karbidestan pûç dike ku Kurdistana Îraqê, li herêmê navendeke girîng ya demokrasî û azadîya ragihandinê ye,”Kordînatorê CPJ’ê yê Rojhilata Navîn Şerîf Mansûr ji Washingtonê got.

Wî bang li karbidestên Herêma Kurdistanê kir ku rê bidin NRT ku karê xwe li Duhokê bidomîne, alavên wê yên desteserkirî werin zivirandin û rojnamevanên wê kanalê bikaribin bi azadî xebatên xwe bi rê ve bibin.

Hêzên Asayîş di 27ê Rêbendanê de avêtibûn ser ofîsa NRR ya li Duhokê û ferman dabûn ku hemî xebatkarên wê ji avahîyê derkevin û neheştibûn ku kesek têkeve nav ofîsê, NRT, Navenda Metro Center û 17’ê Şubatê ya bo Mafên Mirovan ragihandibû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di êrîşên esmanî yên Tirkîyê de herî kêm 2 kes li Duhokê hatibûn kuştin û gelê herêmê herikîbû ser kolanan ku ew êrîş şermezar bikin.

XS
SM
MD
LG