Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Onderoglu: Rojnamevan jiber Tirsa Zindanê ji Tirkîyê Derdikevin


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku Tirkîyê di asta zindankirina rojnamevanan de, piştî Çînê rêza duyê ya hemî dewletên cîhanê digire.

Erol Onderoglu
Erol Onderoglu

Nûnerê Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) yê Tirkîyê Erol Onderoglu dibêje ku li Tirkîye binçavkirin û girtina rojnamevanan wek tiştekî ji rêze tê dîtin.

“Li Tirkîye beşeke mezin ya medyayê tê armanc girtin û jiber bi xirabî karanîna qanûna “tekoşîna dijî terorê” pirsgirêka azadîya çapemenîyê mezintir dibe. Li Tirkîye ti caran gefa zindanê bo rojnamevanan kêm nebûye loma tim tirseke hevbeş di nav rojnamevanan de heye.”

Onderoglu herwiha bal dikşîne ku di salên dawî de gelek rojnamevanên ji Tirkîyê derdikevin da ku careke din nekevin zindanê.

Parlamanterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê Eskîşehîr’ê Utku Çakirozer jî dide zanîn ku li Tirkîye hejmara rojnamevanên girtî di 16 salan de deh qet zêde bûye û di 2019’an de jibo 59 rojnamevanan 200 sal cezayê zindanê hatine birîn.

Çakirozer dîyar dike ku li gor daneyên ji rapora azadîya çapemenî ya 2019’an de di navbera sala 2001 û 2004’an de 10 rojnamevanên girtî hebûn.

“Hêjmara rojnamevanên girtî îro 110 in. Di sala 2019’an de 11 rojnamevan hatin binçav kirin û 19 jî hatin girtin. Tirkîye di azadîya çapemenîyê ve di nava 180 dewletan de di rêza 157’an de cîh digire.”

Çakirozer bi bîr tîne ku Tirkîye berî 16 salan di rêza 99’an de cîh digirt.

MEB_11_12_2019_RSF_Onderoglu
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:58 0:00


XS
SM
MD
LG