Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPT ya Amerîkî: Artêşa Tirk Wê Biharê li Herêma Kurdistanê Operasyonan Pêk Bîne


CPT
CPT

Tîma rêxistina CPT ya Amerîka şaxê Herêmêma Kurdistana Iraqê jiber operasyonên berfireh yên artêşa Tirkiyê hişyarî dide ku di dema pêkanîna operasyona koçberkirin û metirsiya li ser jiyana gundiyên 39 gundên derdora Çiyayê Garê û herêma Metîna hene.

Rêxistin dibêje ku tenê di 70 rojên destpêkê yên sala 2024'an de Tirkiyê 141 caran li parêzgeha Duhokê bomberan pêkanîne û 75 caran gundên derdora Çiyayê Gara kirin armanc û di encamê de 4 sivîl hatine kuştin.

Çiyayê Gara ji bo Tirkiyê navçeyeke stratejîk e û weke stargeha tevgera gerîllayên PKKê li herêmê tê dîtin û her du parêzgehên Hewlêr û Duhokê bi hev ve girê dide.

Berpirsê beşa Mafên Mirovan ya CPT Kameran Osman ji Dengê Amerîka re got: "Ji Kanûna 2017an heta Nîsana 2022an, artêşa Tirkiyê %86,2 sînorê Iraq û Tirkiyê kontrol kiriye û 64 baregehên leşkerî li ser sînor bicih kirine."

Wî got ku operasyon dê li ser zincîre çiyayê Gara be, ku her du parêzgehên Hewlêr û Duhokê bi hev ve girê dide û navenda çar navçeyên Mêrgasûr, Akrê, Amêdî û Zaxoyê ye.

CPT ku bi salan bombebaran û êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiye û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê dişopîne, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di encama operasyonê de xeteriya operasyona ku Tirkiye dixwaze vê biharê bike li kûrahiya Herêma Kurdistanê ye "Li gundên derdora Çiyayê Gara metirsî li ser jiyana 190 malbatan heye, di amadekariyên operasyonê de j' her;ma bi domdar' t; bombe kirin, 4 sivîlan heta niha jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû."

Berpirsê Beşa Mafên Mirovan Kameran Osman got: "Di vê operasyonê de artêşa Tirkiyê ku li Çiyayê Gara dinêre, armanc dike ku tevahiya sînorê di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyê de kilît bike û tevgera gerîlayên PKKê bi dawî bike û wan tine bike." CPT, ji Dengê Amerîka re got, Tirkiye niha xwe ji bo operasyonê li ser Çiyayê Gara amade dike.

CPT ya Amerîkî bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ê hikûmeta Iraqê û civaka navneteweyî kir ku jiyana gundiyan û welatiyên sivîl yên li derdora Çiyayê Gara û hemû gundên ser sînor biparêzin.

Li gorî wê rêxistinê, di sala 2023an de Tirkiyê 1548 caran navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye, piraniya wan bi firokeyên şer, ku 1159 caran êriş pêkanîne, û 228 caran jî bi firokeyên bê firokevan, yên din jî bi helîkopter, top û gullebaranan, herwiha Îranê jî 101 caran Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye.

XS
SM
MD
LG