Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ted Cruz: Divê Amerîka Dawîyê li Rejîma Îranê Bîne

Senatorê Amerîkî yê wîlayeta Texasê Ted Cruz
Senatorê Amerîkî yê wîlayeta Texasê Ted Cruz

Senatorê Amerîkî yê wîlayeta Texasê Ted Cruz got ku pêwîste amerîka her gaveke pêkan bavêje ji bo bidawîanîna rejîma Îranê.

Senatorê komarî li ser platforma X’ê got, “Her sal li Îranê, Ayetullah Xameneyî di dema pîrozkirina cejna "Mirin ji bo Amerîkayê" de, pêşengiya dirûşmeyên "mirin ji bo Amerîkayê" dike. Serok Trump biryara rast da ku rê li ber vî dîktatorî bigire ku qet çekên navokî wernegire.”

Cruz beşek ji hevpeyvîna xwe ya li gel kenala Fox News li ser X’ê belav kir.

Ew dibêje, "Ez bawer im ku divê Amerîka her gavekê bavêje da ku vê rejîmê bi dawî bike. Ayetullah Xameneyî nefreta Amerîkayê dike. Ew bi rêkûpêk rêberîya girseyên mezin dike ku diqîrin ‘Mirin ji bo Amerîkayê!’. Bi rastî, her sal li Îranê, ew ‘Roja Mirin ji bo Amerîkayê’ wekî cejnekê pîroz dikin. Ev salvegera Şoreşa Îranê û dagirkirina balyozxaneya Amerîka di sala 1979an de ye."

“Sedema ku serok Trump fermana êrîşa B2 li ser bingehên navokî yên Îranê da ev e ku wî wekî fermandarê giştî biryara rast da, ku ger ew dîktatorê teokratîk çekên navokî bi dest bixe, îhtîmala ku ew çekên navokî bikar bîne ji bo kuştina bi hezaran an jî bi mîlyonan Amerîkîyan nayê qebûlkirin. Ev biryara siyaseta derve ya herî girîng bû ku serok di serdema xwe ya duyemîn de daye,” Cruz got.

XS
SM
MD
LG