Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê Êrîşa Florîda, Nikolas Cruz Îro Derdikeve Pêş Dadgehê


Nikolas Cruz, bergumanê êrîşa kujer ya xwendingehe Florîda, ku herî kêm 17 xwendekar tê de hatine kuştin, îro derdikeve pêş dadgehê.

Karbidest didine zanîn ku dozger dê 17 tawanên cuda yên kuştinkarîya plankirî li dijî Cruz bîne pêş ku di dîroka Amerîka de, kek ji êrîşên herî xwîndar li xwendingehên Amerîkî pêk anî.

Li gor karbidestên ewlekarî yên eyaleta Florîda, Cruz jiber reftarên neyênî ji lîseya xwe hatiye dûrxistin. Wî roja Çarşemê gule barandibûn ser xwendekar û mamosteyên lîseya Marjory Stoneman Douglas û bi kêmî ve 17 kes kuştibûn.

Polîs didine zanîn ku bi bawerîya wan Cruz bi serê xwe ew kiryar pêk anîye.

Hêjayî gotinê ye ku mijara êrîşên çekdarî yên komkuj li Amerîka pirsgirêreke civakî ya girîng e gelek kes daxwaza tundkirina kirîn û bikaranîna çekan dikin.

XS
SM
MD
LG