Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civakzan Saraçoglu Dibêje Erdhej Ser Tirkîyê Wê Bandoreke Mezin Çêke


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li herêma erdhejê de ragihandibû ku ev erdhej li ser erdnîgarîya 500 kîlometre çargoşeyî li ser 13,5 mîlyonî bandor vedaye.

Civakzan Cem Saraçoglu bandora vê erdhejê tenê bi kesên ku rastî felaketê hatine ve girê nadin, ew bandora vî di warê civakî, aborî û derûnîyê de li ser tevahîya Tirkîyê nîşan didin.

Sarçoglu dibêje ku ku erdheja 6’ê Şibatê jibo Tirkîyê vegereke pir bi êş e û bandora erdhejê wê li ser aborîya Tirkîyê xuya be.

“Em wisa li hemberî hilweşîneke mezin in ku em nikarin bi tena xwe çareser bikin. Vê erdhejê bi mîlyonan kes ji cîyên xwe dur xistin, di warê îstîhdam, xwarin û pêdivîyên jîyanê de barê nifûseke mezin da ser milê dewletê.”

Sarçoglu dîyar dike ku di vê wêranîya xwezayî de dewlet yekser dikeve bin barê edilandina avahîyan û divê dewlet çavkanîyên xwe jibo van avahîyan dabeş bike.

Sarçoglu îdia dike ku di erdheja Marmara de dewletê her tişt paşguh kiribû, lê di vê erdhejê de êdî ne pêkan e ku tiştekî wiha bike.

“Dewletê heta niha di erdhejan de gelek tişt paşguh kirin, lê piştî vê erdhejê êdî ew nikare pêdivîyan tune bihesibîne. Lê, li vir pirsa serekî ew e ku gelo dewlet van hemû çavkanîyên pêdivî wê çawa bi dest bixe?”

Saraçoglu pêşnîyar dike ku dewlet hemû çavkanîyên xwe, dewlemendîya aborîya Tirkîyê û gelek tiştên din jibo hewcedarîyên giştî jinûve saz bike.

Ew hişyarî dide ku îhtîmala erdhejeke mezin li Stenbolê, li pêşîya Tirkîyê wek kêşeke mezin dimîne û bal dikşîne ser fîlmê Dont Look Up.

“Di demeke nêz de dibe ku felaketeke mezin jî li Stenbolê biqewime. Tevî ku ew îhtîmal xurt be jî, wê gelek karbidestên dewletê wê mîna ku tiştekî çênebe, wê nêzîkî wê mijarê bibin. Jibo çareserîya wê pirsgirêkê divê gelê Tirkîyê wek daxwazeke civakî li ser vê meselê bisekine.”

ED_13_02_2023_Cem_Saracoglu
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG