Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Cartor îro Pêncşemê got ku leşkerîya Amerîka bi Fîlîpînê re zerevanîyên hevbeş li Derya Başûrê Çînê pêk tîne û hebûna xwe li wê herêmê zêdetir dike.
Carter di civîneke çapemenîyê de li paytaxt Manîla, ligel hevtayê xwe yê Fîlîpînî peyîvî û got, nobedarîya hevbeş ya yekê di meha Darê te hate kirin.
Karbidestên Pentagonê didine zanîn ku karê hevbeş ya zerevanîya deryayî di meha Nîsanê de tema bûye.
Fîlîpîn, piştî Japonya niha welatê duyê ye ku hêzên Amerîkî mîsyona çavdêrîyê li Derya Başûrê Çînê dike.