Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sernivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê li Stenbolê Hat Desteser Kirin


Karbidestên îro Înê Akin Atalay, seroke desteya rêvebir ya rojnameya hevrik, Cunhuriyet desteser kir, di heman hefteyê de ku karmendên serekî yên rojnamê jî bi îdiaya destekayîna rêxistinên terorîst hatibûn girtin.

Polîsan Atalay li firokexaneya Ataturk ya Stenbolê desteser kir, dema wî ji Berlînê dihat Tirkîyê.

Di derheqa wî û çend rêvebirên Cumhuriyetê de fermana desteserkirinê hebû, bi sedema ku wan alîkarî dane mîlîtanên Kurd û rêxistina Fetullah Gulen ku Tirkîyê wî wek plankerê darbeya meha Tîrmehê dibîne.

Sernivîskarê Cumhuriyetê Murat Sabuncu û karîkaturîst Musa Kart û çend karmendên din di 31ê Cotmehê de hatibûn binçav kirin û dû re jî hatibûn girtin.

XS
SM
MD
LG