Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cuntaya Myanmarê Çar Bizavkarên Demokrasîxwaz Îdam Kirine


Cuntaya leşkerî ya Myanmarê îro Duşemê ragihand ku çar bizavkarên demokrasîxwaz hatine îdam kirin, ku bi alîkarîkirina bo pêkanîna "kiryarên terorîstî" dihatin sûcdar kirin.

Rojnameya Global New Light of Myanmar got ku di nav kesên hatine îdam kirin de bizavkarê demokrasîxwaz Kyaw Min Yu û parlamenter û hunermendê hip-hopê yê berê Phyo Zeya Thaw hene.

Du kesên din yên hatin îdam kirin jî Hla Myo Aung û Aung Thura Zaw bûne.

Berdevikê cuntayê Zaw Min Tun jî îro ji Dengê Myanmarê re darvekirinên çar aktîvîstan piştrast kir, lê, wî ti hûrgulî nedan.

Çar aktîvîst di dadgehên girtî de, di Rêbendan û Nîsanê de jiber alîkarîya serhildêrên dijî artêşê bi îdamê hatin mehkûm kirin.

Yekîtîya Neteweyî ya Myanmarê (NUG) ku rêvebirîya ji alîyê cuntaya desthilatdar ve hatiye qedexekirin e, darvekirin şermezar kir û dijî cuntayê banga çalakîyên navneteweyî kir.

Kyaw Zaw, berdevikê ofîsa serokê NUG’ê ji Reutersê got ku ew pir xemgîn e û zilma cuntayê şermezar dike. Wî bang li cîhanê kir ku kiryara cunyayê ceza bike.

Jêderekî ji Reutersê ragihand ku çar aktîvîst di girtîgeha Insein de dihatin ragirtin û herî dawî malbatên wan Înîya borî serdana wan kiribûn.

Heman jêderî destnîşan kir ku cuntayê tenê bo yek xizmek destûr dayê ku bi girtîyan re bi rêya onlaynî biaxife.

Komela Alîkarîya Girtîyên Sîyasî (AAPP) dîyar kir ku îdamkirinên dadwerî yên dawî yên li Myanmarê di dawîya salên 1980’an de pêk hatibûn.

Artêşa Myanmarê sala borî bi derbeyekê leşkerî desthilatdarî bi dest xistibû û tepeserkirineke bi xwîn ser dijberên xwe pêk anîbû.

XS
SM
MD
LG