Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo: Dibistan Dê di Payîzê de Vebin


Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo bi preskonferansekê dîyar kir ku dibistanên li eyaletê dê di payîzê de vebin.

Andrew Cuomo ji zû de dijî plana Bajarvanê New Yorkê Bill de Blasio derdiket ku wî dixwest ku perwerdeya li herêmê jinûve destpê bike.

Cuomo da zanîn ku hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona li pênc herêmên New Yorkê daketiye û dîyar kir ku hemî dibistanên wan herêman yên li gor krîterên wan ragihandine tevdigerin dikarin dest bi perwerdeyê bikin.

Wî bal kişand ser pêşnîyazên Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) got ku ‘’Rêjeya ku WHO bo vekirina dibistanan pêşnîyaz dike 5 ji sedê testan e û em li New Yorkê pir daketin vê rêjeyê’’

Walîyê New Yorkê da zanîn ku li eyaletê bi tenê di 1 ji sedê testan de pêketîyên vîrusa korona têne tespît kirin.

Cuomo dîyar kir ku divê hemî dibistan li gor krîterên jinûve vebûnê tevbigerin û da zanîn ku dibistanên li gor wan tevnagerin nikarin dest bi perwerdeyê bikin.

Li gor plana jinûve vekirinê, her dibistan dê heta nîvê Tebaxê plana ku raber dike ku hemî krîter bi cîh anîne pêşkeşî Departmana Saxlemî ya New Yorkê bike.

Dibistanên şertên jinûve vebûnê bi cîh anîne dê vebin.

Rêvebirên dibistanan û malbatên xwendekarên dê ser şopandina şewba vîrusa korona bi hev re danûstandinê bikin û li polan dê karanîna maskeyan mecbûr be.

Li New Yorkê, ku demekê navenda şewba vîrusa korona bû, heta niha bi qasî 450,000 kes bi vîrusa korona ketine û 32,817 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG