Walîyê New Yorkê Andrew Cumo dîyar kir ku tedbîrên wan yên dijî vîrusa korona kêrî kêmkirina pêketîyên wê nexweşîyê kirine.
Cuomo da zanîn ku li New York ya bi 19 mîlyon kes, pirtir ji 10 mîlyon testên vîrusa korona hatine kirin.
‘’Di deh rojên dawî de li seranserê welêt pêketinên nû 15 ji sedê zêde bûn. Ew rewiş dike ku em dijî vê şewbê bi awayekî hîn demûdesttir şiyar bin. Ez bang li New Yorkîyan dikim ku maskan bidin ber rûyên xwe, li gor mesafeya civakî tevbigerin û hin tedbîrên din yên dijî vê nexweşîyê berevanîyê dike, bistînin.’’ Cuomo got.
Wî da zanîn ku ger ew bi awayekî hêzdar bisekinin ewê vîrusa korona têk bibin.
Andew Cuomo da zanîn ku li New Yorkê hejmara nexweşên jiber vîrusa korona li nexweşxaneyê ne daketiye 490’an û dîyar kir ku li wê eyaletê ji Adarê vir ve 33,185 kes bi wê nexweşîyê mirine.
Cuomo dîyar kir ku ewê karantîna 14 rojî ya bo kesên ji eyaletên din tên New Yorkê bidomînin.
Li gor daxuyanîya Cuomo, ji vê hefteyê pê ve kesên ji eyaleta Arizona, Minnesota, Nevada, Rhoda Island û Wyoming diçin New Yorkê dê di karantînê de kevin ku bi vî awayî hejmara eyaletên New Yorkê bo wan karantîna mecbûrî ragihandiye bû 35.
Andrew Cuomo: Li New Yorkê Pirtir ji 10 Mîlyon Testên Vîrusa Korona Hatine Kirin
