Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cuomo Dibêje Restoranên New Yorkê Dê Kapasîteya Xwe Berfireh Bikin


New York, ku di destpêka pandemîya vîrusa korona de, bi rewişeke dijwar re rûbirû mabû, hazirîya normalkirina jîyanê dike.

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo roja Înê dîyar kir ku restoran dê ji 7’ê Gulanê pê ve karibin kapasîteya mişterîyan ya bo cîhên girtî 75 ji sedê zêde bikin.

Cuomo da zanîn ku berber jî dê karibin kapasîteya xwe bi wê rêjeyê zêde bikin û çaverê ye ku salonên sporê jî ji 15’ê Gulanê pê ve kapasîteya xwe heta 50 ji sedê berfirehtir bikin û karên xwe bimeşînin.

Bajarvanê New Yorkê Bill de Blassio jî roja Pêncşemê gotibû ku ew hêvî dikin ku di mehên pêş de sînordakirinên jiber vîrusa korona hatine ragihandin bi temamî rakin.

Bill de Blassio gotibû ku ewê sînordakirinan ji 1’ê Tîrmehê pê ve bi temamî rakin û bajêr bi temamî vegerînin jîyana normal.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG