Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimareke Kompanîyên Rûsî û Ukraynî Dibin Armanca Êrîşeke Înternetî


Mezintirîn kompanya Rûsî ya hilberîna neftê, Rosneft ragihand ku jimareke server’ên wê bûne armanca êrîşeke berfireh ya înternetî.

Ajansa Reuters radigihîne ku bilî Rosneft, sîstemên çend bankayên li Ukrayna û firîngeha herî mezin ya wî welatî jî rastî êrîşan hatine.

Şîrketa ewlehî ya bingeh li Moskowê, Group-IB dîyar kir ku tiştê xuya bûyî ew e ku êrîşeke kordînekirî ya hemdem êrîş dibe ser armancên li Rûsya û Ukrayna.

Li Kopenhag a paytaxta Danîmarka jî, kompanya kargo ya cîhanî A.P. Moller-Maersk ragihand ku sîstemên wê yên kompîterê jiber êrîşeke înternetî sekinî, lê nehat zanîn ku êrîş bi yên din re girêdayî ye.

Reuters bal kişand ku şîrketa Damco ya Rûsî ku bûbû armanca êrîşan, ligel kompanya Maersk ya Danîmarîkî şirîktî dike.

XS
SM
MD
LG