Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Êrîşên Înernetî yên li Ewrupa Karê Êrîşvanên Ser bi Tirkîyê Ne


Sê karbidestên payabilind yên welatên Rojavayî ji Reutersê re ragihand ku bi bawerîya wan êrîşên înternetî yên ser hikûmet û rêxistinên curbicur yên li Ewrupa, karê hekir anku êrîşvanên ser bi Tirkîyê ne.

Hekiran bi kêmîve 30 wezaretên hikûmetan, balyozxane, sazîyên ewlekarîyê û kompanîya û rêxistinên curbicur kirin armanc.

Di nav qurbanîyan de servîsên email yên hikûmetên Yunanî û Qibrisî û şîretvanîya ewlehîya netewî ya hikûmeta Îraqî jî hene.

Du karbidestên Brîtanî û yekî Amerîkî ji Reutersê re got ku nêşaneyên zelal hene ku armanca hekirên bi piştvanîya dewletê, pêşvebirina berjewendîyên hikûmeta Tirk e.

Wan karbidestan got ku sê xalên girîng ku ji vekolîna wan derketiye ev in: nasname û cîhên qurbanîyan ji alîyê jeopolîtîk ji Tirkîyê re girîng in; wekhevîyên bi êrîşên berê yên ku ji alavên ser bi Tirkîyê re tomarkirî ne; û pêzanînên nepênî ku di encama nirxandinên îtixbaratî de derketine gîş Tirkîye wek navnîşana wna êrîşan nîşan didin.

Wezareta Navxweyî Tirkîyê li ser raportê red kir ku ti daxuyanî bide Reutersê, lê karbidestekî din got ku Tirkîye pir caran bi xwe dibe armanca êrîşên wî rengî.

XS
SM
MD
LG