Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komara Qibris Plan Dike ku Keştîyan Alkarî Bişîne Gazayê


Netanyahu û Christodoulides li Qibrisê (Arşîv)
Netanyahu û Christodoulides li Qibrisê (Arşîv)

Berdevkê hikûmeta Qibrisê Constantinos Letymbiotis îro Çarşemê got ku wan pêşnîyara avakirina korîdoreke deryayî kiriye ku ji Qibrisê alîkarîya mirovahî bigehîne Kerta Gazayê.

Letymbiotis dîyar kir ku bi rêka wê korîdorê keştîyên bi alîkarîya mirovahî rasterast wê herin Gazayê û barên xwe radestî karmendên Neteweyên Yekbûyî bikin.

Letymbiotis got ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di axaftina telefonî ya bi Serokê Qibrisê Nikos Christodoulides de însîyatîfa wan wek gaveke erênî bi nav kir.

Letymbiotis got ku danûstandinên wan didomin ku bi endamên din yên Yekîtîya Ewrupa û dewletên Ereb re vê plane bînin jîyanê û ji bendera Lîmasol alîkarî bişînin Gazayê.

XS
SM
MD
LG