Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komara Çek bi Sedan Çekên Giran Dane Ukrayna


Petr Fiala li Kîeve (Arşîv)
Petr Fiala li Kîeve (Arşîv)

Serokwezîrê Komara Çek Petr Fiala îro Çarşemê got ku wan sala borî bi sedan çekên giran dane Ukrayna.

Fiala ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve cara pêşîn bi hûrgilî ragihand ku wan çi çek dane Kîevê.

Li gor ragihandina Fiala, Komara Çek 89 tank jî dane hêzên Ukraynî.

Di nav alîkarîyên Komara Çek de, 226 wesayît, 38 obus û 6 sîstemên berevanîya esmanî û 4 helîkopter hene.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de sala yekê temam dike.

Welatên Rojavayî kiryarên Rûsya yên li Ukrayna wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê piştgirî didin Kîevê.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG