Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komara Çek 2 Karmendên Alman li Sûrîyê Da Azad Kirin


Wezareta Derve ya Komara Çek îro Pêncşemê ragihand ku di encama hewilên wê yên dîplomatîk de du karmendên mirovahî yên Alman li Sûrîyê hatin azad kirin.

Daxuyanîya wezaretê got ku Wezîrê Derve Jan Hamacek giheşt Şamê ku du karmendên Almanî wergire ku rewşa her duyan jî baş e.

Komara Çek tenê ew welatê Ewrupî ye ku nûnertîya wê ya dîplomatîk li Sûrîyê heye, ku heft sal in ribûrûyê şerekî dijwar e.

Komara Çek xizmetên konsulî dide hemwelatîyên Yekîtîya Ewrupa li Sûrîyê û nûnertîya jimareke welatên din li Sûrîyê dike.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG