Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taşdemîr: Ez Qet Neçûme Çîyayê Garê, Soylu Derewan Dike


Wezîrê Karê Hindur yê Tirkîyê Suyleyman Soylu û Wezîrê Bergirîyê Hulusî Akar 16 Şibatê 2021 an de li meclîsa Tirkîyê li ser oporasyona Garê agahî dabûn.

Wê rojê Soylu gotibû ku parlamantereke HDP’ê çûye Çîyayê Garê, lê navê wê negotibû.

Soylu di 20ê Şibatê de di televîzyonekê de gotibû ku kesa ku çûye Garê parlamantera HDPê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ê.

Piştî vê daxuyanîya Soylu li rojname û televîzyonê Tirkîyê de dîmenên Taşdemîr hatin belav kirin û nûçeyên tund hatin çêkirin.

Taşdemîr li navenda giştî ya HDP’ê preskonferansek li dar xist û îdiaya Soylu red kir.

Taşdemîr ji Dengê Amerîka re got ku ew qet neçûye Garê.

“Rêya Garê kî dere ez nizanim jiber ku ez qet neçûme wê derê. Cara yekê dema li parlamentoyê Hulusî Akar behsa Garê kir ez ew dem bi cîyê Garê pêhesîyam. Soylu rast nabêje, ew derewan dike. Wan dît ku kes ji wan bawer nake loma dest bi buxtanan kirin û derheqa me de ev tişt gotin.”

Taşdemîr îdia dike dema tawanên Soylu yên dijî wê balkêş e.

“Soylu îdia dike ku ez çûme Garê. Em bêjin ku ez çûme, baş e heta niha çima dozek venekirine, delîlek dîyar nekirine? Gotinên wî ji serî heta binî derew in. Çima tiştên wiha di vê demê de dibêjin? Jibo ku ew ketin tengehîyeke mezin, loma jî bi derewan ser partîya me de tên.”

Taşdemîr dîyar dike ku piştî daxuyanîyên Soylu gelek gef li dijî wê tên kirin.

“Li ser televîzyonê, di medya civakî de, rûpelên rojnameyan de dijî min gelek tehdît hatine. Gotinên bê ehlaqî, destdirêjîyên ser jinan û her cûre gotinên xirab di derheqa min de tên kirin û heta tehdîtên kuştinê jî tên.”

Taşdemîr herwiha got ku ewê dijî Soylu serî li dadgehê bide û doza madî û menewî ji dijî wî veke.

XS
SM
MD
LG