Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Giringîya Diyaloga Kurdên Sûrîyê bo Kurdan û Amerîka


Balyozxaneya Amerîka li Dîmeşqa payetxa Sûrîyê berî çend rojan daxuyanîyeke kurt bi zimanên Înglizî, Kurdî û Erebî li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir û tê de behsa diyaloga Kurdên Sûrîyê kir.

Wê got:

“Amerîka piştgirîya diyaloga berdewam a Kurdî- Kurdî dike û li bendê ye ku pêşketin tê de bibin.”

Amerîka dibîne ev guftûgo piştgirî û temamkirina proseya siyasî ya berferhtir e, ji bo siberojeke ronîtir a Sûrîyê li gor biryara Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekgirtî ya hejmar 2254.

Di demekê de ku hewlên siyasî yên Amerîka û civaka navnetewî ji bo çareserîyeke giştî ya Sûrî hîn jî bi ser neketine, diyaloga Kurdî-Kurdî dikare çi pêşketinan qezenc bike?

Serkeftina guftûgoyên di navbera Kurdên Sûrîyê de çiqas mimkun û nêzîk e?

Amerîka di vê derbarê de çiqas rijd e û rêkeftina wan a çaverêkirî çawa dikare bibe bingeh jibo rêkeftineke berferhtir a Sûrî?

Bernameya Hest û helwest bi beşdarbûna sê mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Hisên Dawî, Mislim Şêx Hesen û Xebat Şakir
Hisên Dawî, Mislim Şêx Hesen û Xebat Şakir

Xebat Şakir, nûnerê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) li Almanya, parêzer Hisên Dawî ku li Amerîka li wîlayeta Virginia dimîne û Mislim Şêx Hesen, endamên mekteba sîyasî ya Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurdî li Sûrîyê ku li Kobanîyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 1/19/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00

XS
SM
MD
LG