Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest:Yekrêzîya Sîyasî ya Partîyên Kurdên Sûrîyê


Bi alîkarîya Amerîka Kombûn û hevdîtinên di derbarê yekrêzîya partîyên sîyasî yên Kurdên Sûrîyê de berdewam in, jibo gihîştina rêkeftineke sîyasî di navbera alîyên rikeber de.

Kombûn û hevdîtin di navbera her du alîyên sereke de, Partîyên Yekîtîya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS), dibin, lê hin partîyên li derveyî her du çarçoveyan, wek Partîya Demoqrat a Pêşverû û ya Yekîtî ( El-Wehdê), di van guftûgoyan de, wek alîyekî sêyem doza beşdarbûnê dikin.

Di demekê de ku partîyên her du çarçoveyên sereke gazinan dikin ku ew ji guftûgoyan hatine dûrxistin, fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, di twîteke xwe de got ku insyatîfa wî hemî alîyan vedihewîne.

“Insîyatîfa me ya Yekrêzîya Kurdî li gor pîvana xwe ya niştimanî berdewam e. Armanca me ew e ku gav bi gav hemû partîyan tev li pêvajoya nû bikin. Partîyên wek Pêşverû û Yekîtî (El-Wehdê) nehatine bidûrxistin. Agahîyên derbarê vê yekê de ne di cîhê xwe de ne,” Ebdî got.

Bernameya Hest û Helwest vê mijarê li gel endamê mekteba sîyasî ya Partîya Pêşverû Ehmed Silêman gotûbêj dike.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00


XS
SM
MD
LG