Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştina Doza Rojnamevan Mutfuoglu li Amedê Hate Dîtin


Hevseroka Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê Dîcle Muftuoglu heşt meh in bi tawana ‘endamtîya rêxistina terorê’ li Zindana Jinan ya Sîncanê yê girtî ye û rûniştina yekê ya dozê îro li Dadgeha Ceza ya Giran ya 5’an ya Amedê hate dîtin.

Çaverê bû ku Mutfuoglu were berdan, lê dadwer biryara domkirina girtina wê da û rûniştinê heta 18ê meha Rêbendanê paş xist.

Jibo doza wê bişopînin jimareke dezgehên navnetewî yên ragihandinê jî di rûniştinê de amade bûn.

Muftuoglu li ser îfadeya du şahidan hatibû girtin û di îdianameyê de nûçeyên wê û çavkanîyên wan nûçeyan jî weke delîl hatibûn nîşandan.

Rojnamevana Kurd, ku bi rêya sîstama înternetê beşdarî rûniştinê bû, got ku di kesitîya wê de rojnamevanîya azad û azadîya ramanê tê dadgeh kirin.

Wê di parastina xwe de berteke tund ji şahidê nepenî re nîşan da ku îdia kiribû ku ew bi talimata rêxistina PKK’ê nûçeyan çêdike.

‘’Ez edîtor im, pêşnîyarên min ên nûçeyan jibo peyamnêran jî weke fermana rêxistinê hatine dîtin. Lê, em fermanê ji kesekî nastînin. Yên bi talîmatê tevdigerin rojnamevanên medyaya nêzî hikûmetê ne. Me dît ku di Komkujîya Roboskê de heta hikûmetê daxuyanî neda, medya nêzî wan ti tişt nenivisan, lê di saetên pêşîn de em çûn cîyê bûyerê. Rojnamevanî ev e û ev ne bi talimat e.’’

Muftuoglu dîyar kir lu komela ku ew hevseroktîyê dike, bi fermî ye û bi erêkirina Wezareta Karên Navxwe hatîye damezrandin.

“Di îdanameyê de wekî ku ev komele rêxistineke terorî be behs kirine, ger wusa be wezaret çawa erê dike. Ew armanc dikin ku hemî karên me weke çalakîyên terorî nîşan bidin.”

Muftuoglu di parastina xwe de herwiha bersîva îdiaya wergirtina perwerdeya ji PKK jî da û got ku wê di sala 2012an de qezaya trafikê kir û sitûyê wê şikestibû.

“Ez hinge du salan li malê bûm û nikaribûm bê alîkarî bimeşiyama û li ser pasaporta min jî dîyar e ku ez neçûme derveyê welêt.”

Rojnamvana Kurd bal kişand ku çûyîna wê ya şopandina Referanduma Herêma Kurdîstanê jî wek delîlên sûc di idinameyê de cî girtiye.

Hêjayî gotinê ye ku piştî Muftuoglu parastina xwe qedand, parêzerê wê Resul Temur parasatinê kir û piştî wan du parêzerên di dora parastinê de bûn, lê dadwer li hêvîya wan nema û biryara dawîkirina rûniştinê da.

Serokê Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok bertek nîşanî biryara dadwer da. “Cara yekê ye ku ez dibînim hakimek berî ku parêzer parastina xwe biqedînin biryara xwe radigihîne ku ev jibo mahkemeya we sosretîyeke mezin e.’’

Hevserokê Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê Serdar Altan piştî dozê li pêş avahîya dadgehê got ku bi dehan rojnamevan bi zext û zora girtinê re rûbirû ne.

“Hun bi doz û cezakirinan dixwazin çavê rojnamevanan bitirsînin, lê ne dadgehên we ne jî girtîgehên we dikarin rojnamevanan ji qadê dûr bixin.’’

Berdevka Komela Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê Roza Metîna jî got ku bi van dozan dixwazin rojnamevanîyê weke sûc nîşan bidin, lê ew li vir dubare dikin ku rojnamevanî ne sûc e.

Parêzer Veysel Ok jî got ku îro wan ne dozeke dadgehê, lê li şanoyekê temaşe kir.

“Jiber ku dadwer berîya rûniştinê biryara xwe dabû. Li dijî hiqûqê tevgerîyan û parastina evûqatan hê bi dawî nebû dadger biryara xwe ragihand. Lê, ji bilî jî wê me dît ku di îdianameya Dîcle li ser rojnamevanîya wê hatiye avak irin û di kesitîya wê de rojnamevanî tê darizandin.’’

Hêjayî bîrxistinê ye ku roja Înê doza rojnamevan Berîtan Canozer û di 14'ê mehê de jî ya Sedat Yilmaz wê li Amedê were dîtin.

XS
SM
MD
LG