Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dageha Tirk Du Sal û Nîv Cezayê Zindanê Da Dîlek Ocalan


Dadgeheke Tirk îro Pêncşemê, bi sedema propogandaya terorê, du sal û nîv sal cezayê zindanê li parlemantera HDP’ê ya bajarê Ruhayê, Dîlek Ocalan birî.

Dîlek Ocalan ku xwarza rêberê PKKê, Abdullah Ocalan e, ji Hezîrana 2015’an vir ve endama parlemana Tirkîyê ye.

Parêzera wê ragihand ku Ocalan jiber beşdarbûna merasîma binaxkirina şervanekî PKK’ê, bi piştgirîdana terorê hat ceza kirin.

HDP partîya herî mezin ya sêyê li parlemana Tirkîyê ye û roja Sêşemê jî parlemantarîya du nûnerên wê partîyê ji wan hatibû stendin û hejmara kursîyên wê daketibû 46’an.

XS
SM
MD
LG