Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Komîteya Dadê: Trump bo Amerîka Gefan Çêdike


Serokê Komîteya Dadê ya Civata Nûneran Jerrold Nadler dîyar kir ku Serok Donald Trump bi stîla xwe ya rêvebirînê bo welatê wan ‘’gefan çêdike’’

Nadler, ku endamê Partîya Demokrat e, da zanîn ku Trump dê were împîçkirin û ew eşkere ye.

Wî di rûniştina dawî ya li komîteyê de got ku ‘’delîl nîşan didin ku Trump berjewendîyên xwe çawa di ser ewlekarîya neteweyî ve girtiye.’’

Serokê Komîteya Dadê dîyar kir ku Trump bo hilbijartinên Amerîka û sîstema demokratîk ya hikûmetê gefan çêdike û da zanîn ku ew wek komîte împîçkirina wî dixwazin.

Li ber e ku Trump bi ‘’karanîna desthilatê bi awayekî xirab’’ û ‘’astengkirina kiryarên Kongresê’’ were tawanbarkirin.

Komarîyên di komîteyê de ser gotinên Nadler bertek nîşan dan û dîyar kirin ku ew dijî Trump ‘’peyvajoyeke sîyasî ye’’

Yek ji endamên Komarî yên Komîteya Dadê ya Civata Nûneran, Doug Collins got ku ‘’Demokrat naxwazin qebûl bikin ku Donald Trump serokê Amerîka ye û ti berbijarê wan yê dikare wî di 2020’an têk bibe tune ye’’

XS
SM
MD
LG